Rapirsîya Dibistana IGLYO LGBTQI ya 2026 |
Destpêk û Erêkirin
Derheqê rapirsîyê de
Ev rapirsî derheqê tecrûbeyên ciwanên lezbîyen, gey, bîseksuel, trans, aseksuel, queer û înterseksuel (LGBTQI) ên li seranserê xwendingehên li Ewrûpayê pirsyaran pirs dike. Eger temenê we di navbera 18-24an de be, em dixwazin ji we haydar bin.
Zanyarîyên ku hûn dê bi me re parve bikin dê ji bo me bibin alîkar ku em bikarin sîstemên ewletir, giştgirtir û piştgirtir ên perwerdeyê biparêzin. Hûn dikarin li vir zêdetir agahiyan derbarê sedemên dagirtina vê anketê de bixwînin. Tu dixwazî zêdetir agahîyan derbarê IGLYOyê de bi dest bixî? Seredana malpera me bike.
Ev rapirsî ji alîyê IGLYOyê û dezgehên endam ve hatîye hazirkirin. Ji alîyê ÜniKuir bo zimanê Kurdî hatîye wergêran. Armanca vê lêkolînê belgekirina tecrûbeyên jîyanê yên xwendekarên LGBTQIyî yên li dewletên Endamên Konseya Ewrûpayê û bi rêya pêşnîyazên polîtîkayê yên hatî piştrastkirî, diyarkirina derfetên çakkirina perwerdeya giştgir e.
Ev rapirsî texmînî 15 deqîqeyan dewam dike. Hemî cewabên we dê anonîm û veşartî bin. Daneyên we yên şexsî dê bi cewabên we ve neyên eleqedarkirin. IGLYO ji veşartina van zanyarîyên we bi awayekî ewle berpirsyar e û piştî 12 mehan dê jê bibe. Hûn dikarin di belgeya me ya veşartîyê de zanyarîyên zêdetir bibînin. Gava hûn pê li bişkoşka “pêşde” bikin, wê gavê hûn şert û mercan qebûl dikin.